NÛÇEYÊN KURDÎ

CHP'Ê SEROK Û RÊVEBERÎYA NAVÇEYA REZANÊ YÊ AMEDÊ JI WEZÎFEYÊ GIRT

Bi biryara Navenda Giştî ya CHP’ê, serok û rêveberîya Navçeya Rezan ya Amedê ji wezîfeyê hat girtin.

CHP'Ê SEROK Û RÊVEBERÎYA NAVÇEYA REZANÊ YÊ AMEDÊ JI WEZÎFEYÊ GIRT

Bi biryara Navenda Giştî ya CHP’ê, serok û rêveberîya Navçeya Rezan ya Amedê ji wezîfeyê hat girtin.

Navenda Giştî ya CHP’ê ji lîjneyê re daxuyanî şand. Di daxuyanîyê de wiha hat dîyarkirin; “Rewşa Lîjneya Demkî ya Navçeya Rezan ya Amedê, di civîna Lîjneya Rêveberîya Navend ya 23’ê Gulana 2022’an de hat nirxandin. Bi dengdana veşartî û bi yekdengî, biryar hat girtin ku Lîjneya Rêveberîyê ji wezîfeyê bê girtin.” Serokê Berê yê CHP'ê Navçeya Rezanê Recep Yavuz ku ji wezîfê hatibû dûrxistin, di derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got; “Ez ê wekê ferdekî partîya xwe, bi prensîb û rêziknameya CHP’ê, jîyana xwe ya siyasî bidomînim. Teqdîr yê navenda me ye. Wekê berê ez ê ji niha û pê ve jî ji bo serkeftina partîya xwe bixebitim.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.