GÜNDEM

CHP Û ÎYÎ PARTÎ HEVDÎTINA BI AKPÊ RE RED KIRIN

AK Partîyê ji bo rêziknameya makeqanûnê ya di derbarê pornuxumandina jinê û derbarê malbatê de cara duyemîn ji muxalefetê randevû xwest

CHP Û ÎYÎ PARTÎ HEVDÎTINA BI AKPÊ RE RED KIRIN

AK Partîyê ji bo rêziknameya makeqanûnê ya di derbarê pornuxumandina jinê û derbarê malbatê de cara duyemîn ji muxalefetê randevû xwest.

Lê belê muxalefetê bersiva "na" da. Tûra duyemîn a danûstandinan a ku hatibû plankirin jî nehate lidarxistin. Ji alîyê din ve CHP û ÎYÎ Partîyê ragihandin ku ewê sibe beşdarê civîna Destûra Bingehîn-Lijneya Hevbeş a Meclisê nebin, ku wê dosyayên parêzbendîyê yên CHPê Alî Mahîr Başarîr û endamê ÎYÎ Partîyê Lutfu Turkkan bên gotûbêjkirin. Der barê mijarê de Alîkarê Serokê Koma ÎYÎ Partîyê Musavat Dervîşoglu daxuyanî da û got, "Em wek ÎYÎ Partî sibe dernakevin Lijneya Hevbeş a Meclisê. Em komîsyon û biryara ku ji alîyê komîsyonê ve hatîye dayîn rewa nabînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.