NÛÇEYÊN KURDÎ

ÇINÎNA “ZEBEŞA AMEDÊ” LI BISMIL DEST PÊ KIR

Di bernameya ku li navçeya Bismilê ya Amedê hat lidarxistin de, Zebeşa Amedê ya ku bûye sembola bajêr, hat çinîn.

ÇINÎNA “ZEBEŞA AMEDÊ” LI BISMIL DEST PÊ KIR

Di bernameya ku li navçeya Bismilê ya Amedê hat lidarxistin de, Zebeşa Amedê ya ku bûye sembola bajêr, hat çinîn.

Walî û qeyûmê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Alî Îhsan Su,  beşdarê bernameya "Debra Zebeşê" ya ku li navçeya Bismilê hat lidarxistin bû. Walî Su di "Roja Çinîna Zebeşê" ya ku li gundê Mirzabeyê hat lidarxistin da zebeşên ku li zevîyên cotkar Hamît û Îkram Atli tên çandin lêkolîn kir. Walî Su di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku ji “Zebeşa Amedê” ya ku sembola bajêr e, dest bi çinînê kirîye.

Walî Su dîyar kir ku li bajêr gelek berhemên çandinîyê yên girîng hene û yek ji wan ên herî girîng “Zebeşa Amedê” ye û got ku giranîya zebeşa qeydkirî di navbera 45 û 56 kîloyan de diguhere. 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.