NÛÇEYÊN KURDÎ

CIVÎNA TESPÎTKIRINA MÛÇEYA HERÎ KÊM A DAWÎN SIBÊ TÊ LIDAR XISTIN

Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeya herî kêm, ji bo dîyarkirina rêjeya mûçeya herî kêm a ku dê di sala 2023’an de bikeve merîyetê, dawî li xebatên xwe anî.

CIVÎNA TESPÎTKIRINA MÛÇEYA HERÎ KÊM A DAWÎN SIBÊ TÊ LIDAR XISTIN

Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeya herî kêm, ji bo dîyarkirina rêjeya mûçeya herî kêm a ku dê di sala 2023’an de bikeve merîyetê, dawî li xebatên xwe anî.

Pêvajoya dîyarkirina mûçeya herî kêm a nû ya ku bi milyonan karmendan eleqedar dike, di 7'ê Kanûnê de civîna yekem û di 14'ê Kanûnê de civîna duyemîn bi mazûvanîya Wezareta Xebat û Ewlehîya Civakî pêk hatibû. Wê di 20'ê Kanûnê saet di 14.00 de civîna xwe ya sêyemîn ya dawîn pêk bîne. Di vê civînê de tê çavrêkirin ku rêjeya mûçeya herî kêm a ku wê di sala nû de derbasdar be were dîyarkirin. Mûçeya herî kêm ya nûjen di asta 5 hezar û 500 Lîreyê de ye. Mûçeya herî kêm ya nû ku wê ji 1ê Çileya 2023an pê ve bikeve merîyetê, di encama xebatên Komîsyona Tesbîtkirinê de wê bi zelalî bê dîyar kirin. Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeya herî kêm ku 5 nûnerên karmend, kardêr û hikûmetê bi tevahî ji 15 kesan pêk tê, li gor qanûnan mûçeya herî kêm dîyar dike.  Komîsyon di çarçoveya xebatên dîyarkirina mûçeya herî kêm a nû de 4 caran dicive. Komîsyon bi serokatîya yek ji endamên ku ji alîyê Wezaretê ve hatine dîyarkirin, bi beşdarîya herî kêm 10 endaman dicive û bi piranîya dengan biryarê dide.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.