NÛÇEYÊN KURDÎ

CIWANÊ JI AMEDÊ KU LI ANTALYAYÊ HATIBÛ KUŞTIN HAT DEFINKIRIN

Fûrkan Tekîn ê ji Amedê yê ku ji bo ger û geştê çûbû Antalyayê di şerê ku ji ber xirecirê derketibû de jîyana xwe dest da, di nava şîn û girîyan de hat defin kirin.

Tekîn ê ku di 11'ê Tîrmehê de dema li Antalyayê bi hevalên xwe re di siwareyê de rûniştibû bi hinceta "dengê zêde derdixe" rastê êrîşa bi kêrê hatibû. Di encama birîna kêrê ya ku li ser dilê wî ketibû de jîyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Fûrkan Tekîn, piştê karê otopsîyê teslîmê malbata wî hat kirin û danê sibehê anîn Amedê. Cenazeyê Tekîn di nava şîn û grîyan de li goristana Yenîkoy hat defin kirin. Derbarê kuştina Fûrkan Tekîn de lêpirsîn berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.