NÛÇEYÊN KURDÎ

CIWANÊ LI BISMILÊ WINDA BIBÛ MIRÎ HAT DÎTIN

Ciwanê bi navê Umut Çakmak ê 3 roj berê li Bismilê windabû bû mirî hat dîtin.

CIWANÊ LI BISMILÊ WINDA BIBÛ MIRÎ HAT DÎTIN

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Çakmak 3 roj berê ji taxa aralik a ku lê dima derket, careke din agahî jê nehat girtin.

 

Umut Çakmakê ku zewicî ye û zarokek wî heye duh êvarê li qeraxa Çemê Dîcleyê mirî hat dîtin.

Hat diyarkirin ku li ser bedena Çakmak birînên çek û amûra jêkirinê hene. Cenazeyê Çakmak ewil birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Piştî lêpirsîna destpêkê ya dozgeriyê cenazeyê çakmak birin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê.

Piştî otopsiyê hat hînbûn ku wê cenazeyê Çakmak li Taxa Aralikê bê definkirin. Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.