NÛÇEYÊN KURDÎ

COTKARÊN BAXÇEYÊN HEVSELÊ: EM NIKARIN HILBERÎNÊ BIKIN

Cotkarên Baxçeyên Hevselê, dîyarkirin ku ji ber krîza aborî bandor li wan kirîye, nikarin hilberînê bikin.

COTKARÊN BAXÇEYÊN HEVSELÊ: EM NIKARIN HILBERÎNÊ BIKIN

Cotkarên Baxçeyên Hevselê, dîyarkirin ku ji ber krîza aborî bandor li wan kirîye, nikarin hilberînê bikin.

Baxçeyên Hevselê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cih digire û bi çandinîya xwe ya 8 hezar salan berdewam dike li cîhanê tê naskirin, ji alîyê aborî ve ev jî rastê zehmetîyên aborî hat. Azîz Sezgîn ê li Baxçeyên Hevselê bi çandinîyê re mijûl dibe, dîyarkir ku lêçûnên kelûpelên çandinîyê zêde bûne û destnîşan kir ku cotkar di bin şert û mercên Tirkîyeyê de êdî nikarin zêdetir vî karî bikin. Li alîyê din Cotkar Mûrat Bîlbay, bi bîr xist ku karkerên çandinîyê yên li Tirkîyeyê bê ewlekarî dixebitin û dîyarkir ku divê pergal bi lezgînî ji bo vê rewşê çareserîyê bibîne. Cotkaran dîyarkirin ku ji ber bihabûna gubre û mazotê ku ji sedî 100 derbas bûye, ew pir zerar dîtine û ger piştgirî neyê dayîn, wê gelek kriz bi taybetî jî krîza xwarinê girantir bibe.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.