NÛÇEYÊN KURDÎ

CUPOLO: BIRCÊN SÛRÊ WÊ KÎJAN ŞÎRÎKETAN RE BÊ DAYÎN?

Derbarê dayîna Bircên Sûrên Amedê ji bo şîrîketan pirsaname ji Meclîsê re hat pêşkeşkirin.

CUPOLO: BIRCÊN SÛRÊ WÊ KÎJAN ŞÎRÎKETAN RE BÊ DAYÎN?

 

Parlamentera Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) a Amedê Ceylan Akça Cupolo ji Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nûrî Ersoy xwest ku bersiva pirsnameyê bide û wiha pirsî, "We bi şîret û erêkirina kîjan rayedarên çand û arkeolojîyê ev însîyatîfa ku dibe sedema hilweşandina Sûrên Amedê yên dîrokî ku di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê de ne, da destpêkirin?

Kîjan beşên Sûrê ku hatine restorekirin ji bo çi armancê hatine dayîn û ji kîjan şîrîketan re hatine dayîn ku bixebitînin? Ev prosedur bi kîjan rêbazê hate kirin? Plansazîya beşên Sûrên ku têne 'restorekirin' çî ye?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.