NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎDÎAYA XEMSARÎYÊ! XWENDEKARÊ STAJYER JI BANÊ KET Û MIR

Hat dîyarkirin ku li Amedê xwendekarê pola 10’emîn Omer Çakar ji ber xemsarîya cîhê kar a ku staja xwe lê dikir, jîyana xwe ji dest da.

ÎDÎAYA XEMSARÎYÊ! XWENDEKARÊ STAJYER JI BANÊ KET Û MIR

 

Hat îdîakirin ku xwendekarê stajyer Çakir di 21'ê Berfanbarê de li Sîteya Firotgehên Siwareyan ya ku ji bo montaja klîmayê birin, hevsengîya xwe winda kir û ji qata 2'yan ket xwarê.

Li gor nûçeya Amîda Haberê, xalê Çakir Serdar Kaya dîyar kir ku hem li dibistanê hem jî li cîhê kar xemsarîyek heye û wiha got, “xwedîyê cîhê kar gere wî nebira qadê, lê birîye.Divê karê giran neke, pê dane kirin.

Ji bo montaja klîmayê derketîye ser banê, lê tu tedbîrên ewlehîyê nehatîye girtin. Xwarzê min ji qata duduyan ketîye xarê.” Kaya dîyar kir ku hem cîhê kar û hem jî rêveberîya dibistanê xemsarîya wan heye û ew ê serlêdana sûc bikin

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.