NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎERG: DIVÊ LIJNEYA NASANDINA KESÊ PÊDIVÎYÊN TAYBET BÊ AVA KIRIN

Înîsîyatîfa Şopandina Perwerde û Reformê ya Amedê (DÎERG) banga li Amedê avakirina Lijneya Nasandina Kesê Pêdivîyên Taybet kir.

DÎERG: DIVÊ LIJNEYA NASANDINA KESÊ PÊDIVÎYÊN TAYBET BÊ AVA KIRIN

Înîsîyatîfa Şopandina Perwerde û Reformê ya Amedê (DÎERG) banga li Amedê avakirina Lijneya Nasandina Kesê Pêdivîyên Taybet kir.

Di daxuyanîya ku ji teref DÎERGê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku li Amedê ya ku nifûsa wê nêzî milyonek û 800 hezarî ye 158 navendên rehabîlîtasyonê yên taybet hene.

Di daxuyanîya DÎERG'ê de wiha hat gotin:

"Kesên xwedî pêdivîyên taybet jî diçin dibistanên ku perwerdeya fermî didin. Kesên xwedîyê pêdivîyên taybet, çûna xwe ya li dibistanên perwerdeya rûbirû berdewam dikin. Tê dîtin ku li dibistanên dewletê hejmara xwendekarên teşhîsa astengîyên hînbûna taybet lê hatîye kirin zêde bûye. Pêvajoya tespîtkirinê û encamên wê krîtîk e, û rapor dê bandorê li moral, jîyana akademîk û pêşeroja xwendekar bike. Ji ber vê sedemê, em pêşnîyar dikin ku pêvajoya tespîtkirinê ji hêla lijneyeke ku ji pisporên di warên cûda de pêk tê were meşandin û bi dawî bibe. Hat dîyarkirin ku divê Lijneya Teşhîs ji doktor, fîzototerapî, zimanê axaftinê, mamosteyên perwerdehîya taybet, pisporên pêşketina zarokan, şêwirmendên derûnî/mamosteyên rêber, mamosteyên polê, psîkolog û endamên ku wê ji zimanê zikmakî re tercuman be pêk were.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.