NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎERG: DIVÊ PERGALA PERWERDEHÎYÊ BI TEMAMÎ BIGUHERE

Înîsiyatîfa Şopandina Perwerde û Reformê ya Amedê (DÎERG) bi wesîleya ezmûna zanîngehê, li ser pergala perwerdehîyê daxuyanîyek da.

DÎERG: DIVÊ PERGALA PERWERDEHÎYÊ BI TEMAMÎ BIGUHERE

Înîsiyatîfa Şopandina Perwerde û Reformê ya Amedê (DÎERG) bi wesîleya ezmûna zanîngehê, li ser pergala perwerdehîyê daxuyanîyek da.

DÎERG'ê dîyarkir ku ezmûna zanîngehê newekhevîya di pergala perwerdehîyê de zêdetir kir û nirxandineke wiha kir; “Ezmûna têketina zanîngehê û ezmûnên bi giştî ên ji bo derbasbûna di navbera astan de, bi demê re sistematik bûne. Pergala heyî; di warê pêvajo, encam û bandoran de newekhevîya perwerdehîyê zêde dike.” Her wiha di daxuyanîyê de bal hat kişandin ser pêwîstîya guhertina tevahî ya pergala perwerdeyê û daxuyanî wiha berdewam kir; “Pêşnîyarên ji bo betalkirina ezmûna zanîngehê yan jî ji bo zanîngeheke bê ezmûn girîng in, lê divê giranî û lezgînîya rewşê li ber çavan bê girtin. Piştê ku biryara pêkanîna modela nû bê ezmûn hat dayîn, divê li gor modela nû, ji pola yekem dest bi perwerdeyê bê kirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.