NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎNÇ: BAZARA TAXÊ GIRTÎYE LÊ YEKA NÛ ÇÊKIRINE, EV ÎSRAFE!

Hat dîyarkirin ku li navçeya Bagcilara Amedê 2 sûkên taxê bi milyonan lîreyê hatîye çêkirin û îsraf hatîye kirin.

DÎNÇ: BAZARA TAXÊ GIRTÎYE LÊ YEKA NÛ ÇÊKIRINE, EV ÎSRAFE!

Hat dîyarkirin ku li navçeya Bagcilara Amedê 2 sûkên taxê bi milyonan lîreyê hatîye çêkirin û îsraf hatîye kirin. Serokê bajarê Amedê yê HUDA PARê Faruk Dinç û heyeta pê re, Jîyan Bazara Taxê ya ku çend sal berê li Navçeya Bağlarê hatibû avakirin lêkolînan kir. Dînç bang li rayedaran kir û wiha got; “Jîyan Bazara Taxê neçalak e, çi proje û armanca rayedaran di derbarê vê bazarê de heye? Mîna ku ev ne bes be, dîsa li heman taxê sûkek din hat vekirin û hê jî ne aktîf e. Her wiha ewlekarîya taybet jî li ber van sûkan radiweste. Mûçeyên ku ji parastvanên ku li ber bazarên ku bêkêrên sekinîne didin û ev nîşan dide ku di aborîya giştî de çiqas îsraf heye. Em dibêjin ku divê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê yan jî şaredarîyên navçeyan demildest mekanîzmaya teftîşê ava bikin û li ku derê pirsgirêk hebin divê bên tespîtkirin û çareserkirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.