NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎSK AMED: EM MEHKÛMKIRINA MÛÇEYÊN XIZANÎYÊ QEBÛL NAKIN

Genel-Îş Şaxa Hejmar 2 ya Amedê ya girêdayê DÎSKê, li ber Şaredarîya Baglar daxuyanî da. Di daxuyanîyê hat gotin ku; "Ji mûçeyên xizanîyê ra na. Em mehkûmkirina mûçeyên xizanîyê qebûl nakin. em heqê keda xwe dixwazin."

DÎSK AMED: EM MEHKÛMKIRINA MÛÇEYÊN XIZANÎYÊ QEBÛL NAKIN

Genel-Îş Şaxa Hejmar 2 ya Amedê ya girêdayê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkîyeyê (DÎSK) piştê xebatên protokola zêde yên ku bi Şaredarîya Baglarê re hatin kirin bê encam man, li ber şaredarîyê daxuyanî da.

 

Di daxuyanîya ku pankarta "Ji mûçeyên xizanîyê re na" hat vekirin de gelek endamên sendîkayê amade bûn.

 

Daxuyanî ji alîyê Hevserokê Genel-Îş Şaxa Hejmar 2 ya Amedê Becet Barut ve hat xwendin. Barut, dîyar kir ku sînorê birçîbûna malbateke 4 kesê 13 hezar û 684 TL û xeta xizanîyê jî 44 hezar û 573 TL ye û got ku di meha cotmehê de mûçeyên xebatkarên Şaredarîya Baglarê ji ber zêdebûna bacê wê bibe 12 hezar TL.

 

Barut da zanîn ku ew biryarên di encama hevdîtinan de hatine girtin qebûl nakin û wiha berdewamkir, “Em pêşnîyara ku lêçûna xwarinê ji 55 TL bibe 96 TL û heqê rê jî ji 13 TL bibe 28 TL, qebûl nakin. Em havîn û zivistan, di bin germa 50 pile û sermaya wek cemed de bê rawestan dixebitin û em xelata keda xwe dixwazin. Em mehkûmkirina mûçeyên xizanîyê qebûl nakin. Eşkere ye ku pêşnîyara şaredarîyê wê di binê mûçeya herî kêm a nû ya ku wê di demek nêzîk de were eşkere kirin bimîne."

 

Barut operasyona bêrêtîyê ya ku li Şaredarîya Baglarê hat kirin bi bîr xist û got, “nabe ku derfetên şaredarîyê bi vî awayê were bikaranîn û gere neyê bikaranîn. Li vir em careke din banga xwe ya ji bo rayedaran dubare dikin; Têkoşîna me ya li hemberê hevalên me yên kedkar û yên ku îradeya wan paşguh dikin wê bidome."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.