NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎSKÎ AVÊ NADE Û FATÛRA AVÊ DIBIRE

Li gelek bajarên Kurdan wek deverên mezra, gund, bajar, bajarok û navçeyan pirsgirêka avê heye û ev pirsgirêk ji alîyê rayedaran ve bi tu awayî nayên çareserkirin.

DÎSKÎ AVÊ NADE Û FATÛRA AVÊ DIBIRE

Li gelek bajarên Kurdan wek deverên mezra, gund, bajar, bajarok û navçeyan pirsgirêka avê heye û ev pirsgirêk ji alîyê rayedaran ve bi tu awayî nayên çareserkirin.

Şêniyên van deveran zehmetîyên mezin dibînin. Yek ji van deveran jî mezraya Nasirka ya taxa Aqîka ya Pasûra Amedê ye ku bi salan e av nayê dayîn herêmê û DÎSKÎ bi salan e pereyê avê jî li niştecihan dibire. Li taxê 40 mal hene û hat dîyarkirin ku ev 4 sal in tax bêav e. Şêniyên taxa Nasirkayê derbarê mijarê de bertek nîşan dan û wiha axivîn: “Ev 4 sal in em bê av in. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, me gelek caran serlêdan kir lê encamek jê derneket. Ev 4 sal in  ku av nayê dayîn lê ji me re fatûreyên avê dişînin. Em fatûreya avê nadin lewma deynê me dane îcrayê. Em ji devereke 10 km’yan dûr avê bi tankeran tînin gund. Rayedar hem avê nadin û hem jî fatûreyan li me dibirin. Em 400 TL’an heqê wesayîtê didin. Êdî em şerm dikin ji yekî re bibêjin ji bo me bi tankerê avê bîne. Çend kesan ji ber vê pirsgirêkê ji mezrayê bar kir. Ji ber tunebûna avê em nikarin çandinîyê bikin. Darên ku me çandin jî hişk bûn. Ji ber ava bi tankeran, zarokên me jî nexweş dibin. Bila rayedar vê pirsgirêkê çareser bikin.” 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.