NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎSKÎ DEST BI PAKIJKIRINA XETA AVA BARANÊ Û ŞEBEKEYÊ KIR

Midûrîyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) li navenda bajêr û navçeyan dest bi paqijkirina xeta ava baranê û şebekeyê kir.

DÎSKÎ DEST BI PAKIJKIRINA XETA AVA BARANÊ Û ŞEBEKEYÊ KIR

Midûrîyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) li navenda bajêr û navçeyan dest bi paqijkirina xeta ava baranê û şebekeyê kir. Pirsgirêkên gilî û gazincên muhtemel ên ava baranê wê werin asteng kirin. Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî derbarê mijarê da daxuyanî da û got, “Tişta ku bi saya xebatên hatine kirin li hemberê barîna zêde tedbîr girtine. Em ji hevwelatiyên xwe daxwaz dikin ku bermahîyên malê neavêjin kanalîzasyonên bi şebekeyên ava baranê li ser cade û kolanan. Divê her kes di vê warê de berpirsyarîya xwe bi cîh bîne. Bi taybetî bermahîyên cureyê kîsikên ku di nav şebekeyên ava baranê de tên avêtin rê li herikîna xwezayî ya avê digire û dibe sedema astengîyan. Ekîbên me bi xebatên ku em dikin re kerîyên ku ji ber sedemên wek çop, şûşeyên plastîk, çîp, peçeteyên kaxiz û ji ber sedemên kaxizên tuwaletê xitimîn çêdibe paqij dikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.