NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎSKÎ LI GIŞTÎYÊ BAJÊR XEBATÊN BINESAZÎYÊ BIRÊVE BIR

Midûrîyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo ku li navenda bajêr di xetên kanalîzasyonê da astengî çênebe xebat dan dest pê kirin.

DÎSKÎ LI GIŞTÎYÊ BAJÊR XEBATÊN BINESAZÎYÊ BIRÊVE BIR

Midûrîyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo ku li navenda bajêr di xetên kanalîzasyonê da astengî çênebe xebat dan dest pê kirin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tûtşî ku li cîyê xebatê lêkolîn kir wiha got, “Li navçeya Kayapinarê şebekeya kanalîzasyonê ya 200 metre û 300 mm hat nûkirin.

Em bi ekîba xwe ya ku di nava hefteyê de 24 demjimêran li qadê bi awayekê aktîf dixebitin, bi tamîrkirina xetên ava vexwarinê û kanalîzasyonê yên ku piştê erdhejê zirar dîtine, binesazîyê sererast dikin û ji nû de aktîf dikin.

"Tutşî dîyar kir ku xebatên tamîrkirin û çêkirina şebekeyên kanalîzasyonê li tevahîya bajêr berdewam dikin û wiha got, “Weke Midûrîyeta Giştî ya DÎSKÎyê projeyên me yên binesazîyê berdewam dikin.

Ji bo parastina tenduristîya welatîyên xwe em bi şev dixebitin û kêmasîyan tespît dikin û pirsgirêkan çareser dikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.