NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎSKÎ’YÊ JI BO ÇAVDÊRÎYA ESMANÎ YA ZERZAWANÊ XEBATÊN XWE TEMAM KIR

DÎSKÎ’yê berîya Bernameya Çavdêrîya Esmanî ya ku li Keleha Zerzewanê bê lidarxistin, xebatên xwe yên li qadê temam kir.

DÎSKÎ’YÊ JI BO ÇAVDÊRÎYA ESMANÎ YA ZERZAWANÊ XEBATÊN XWE TEMAM KIR

DÎSKÎ’yê berîya Bernameya Çavdêrîya Esmanî ya ku li Keleha Zerzewanê bê lidarxistin, xebatên xwe yên li qadê temam kir.

Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo Bernameya Çavdêrîya Esmanî ya Zerzewan a Amedê ya Navneteweyî ya 2022an, xebatên xwe yên li qada dîrokî didomîne. DÎSKÎ’yê xebatên binesazîyê û ava vexwarinê ji bo Bernameya Çavdêrîya Esmanî ya Zerzewanê ku îsal wê mazûvanîya gelek beşdarên navxweyî û navneteweyî bike, temam kir. Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, li Keleha Zerzawanê kontrolan kir û wiha got; “Bernameya Çavdêrîya Esmanî ya Zerzewan a Amedê ya 2022’an ku wê di navbera 9-12’ê Hezîranê de bê lidarxistin, ji alîyê potansiyela tûrîzmê ya bajarê me ve gelekî girîng e. Ekîbên me ji bo di binesazîyê û ava vexwarinê de ti pirsgirêkekî dernekeve, li qadê xebat pêk anîn. Ekîbên me li Keleha Zerzawanê ji bo rewşên nebaş ku ger di dema bernameyê de çêbibin, wê amade bin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.