NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎSK-AR: DANEYÊN TUÎK’Ê XELET IN

Navenda Lêkolînên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) daneyên Sazîya Îstatîstîkî ya Tirkîye (TUÎK) û ya Sazîya Kar a Tirkîyê (ÎŞKÛR) da ber hev û daneyên bêkarîyê yên teng û fireh ên welêt ragihand û derbarê vê de raporek amade kir.

Di raporê de hat dîyarkirin ku hejmara kesên bêkar ên bi pênaseya fireh 7 milyon û 607 hezar kes in û her wiha ji şewbê û vir ve ev hejmar bi qasî milyonek û 35 hezaran zêde bûye. Di raporê de hat weşandin ku rêjeya bêkarîyê ya bi pênaseya fireh sedî 20.4, rêjeya bêkarîya fireh jî 28.3 ye. DÎSK-AR dîyar kir ku ev daneyên hejmarî dijî hev in. Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku di daneyên bêkarîya jinan de zêdebûn didomin. Di nav cureyên bêkaran de,  di bêkarîya jinan a bi pênaseya fireh de jinên ciwan cih girtin. Her wiha ferqa di navbera bêkarîya bi pênaseya teng û fireh de her ku diçe zêdetir dibe.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.