GÜNDEM

DÎTAM DI 5'EMÎN LIJNEYA GIŞTÎ YA ASAYÎ DE RÊVEBERÎYA NÛ DÎYAR KIR

Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) bi hilbijartinên ku di 5'emîn Lijneya Giştî ya Asayî de pêk anî, rêveberiya xwe ya nû diyar kir.

Serokê Lijneya Rêveberiya DÎTAM'ê Mehmet Vûral, di axaftina xwe de diyar kir ku eleqeya ku ji bo kongreyê tê nîşandan, nîşaneya pêwîstîya sazîyên sivîl ên li herêmê û Amedê ye. Vûral wiha got: “Pêdivîya gelê Amedê, gelê herêmê û gelê Kurd bi sazîyên fikr û ramanê yên weke DÎTAM’ê heye. Mixabin di van salên dawî de ji ber zext û zora sazîyên fermî bandora civaka sivîl bi taybet li herêmê kêm bûye. Pir hindik odeyên pîşeyî û rêxistinên sivîl mane. Em hemû bi tevkarîya civaka sivîl a ji bo aşîtîya civakî dizanin. Ez di wê bawerîyê de me ku tevkarîya DÎTAM'ê ya ji bo aşîtîya civakê wê bidome. Weke rêxistineke sivîl em ê hewl bidin di vê warê de erka xwe pêk bînin.” Di hilbijartina DÎTAM'ê de ku bi yek lîste pêk hat, Desteyên Komeleyê, Endamên Sereke û Cîgir hatin hilbijartin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.