NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎWARA AVAHÎYA SGK’Ê LI SER PEYARÊ HATÎYE LÊKIRIN

Li navçeya Baglar a Amedê avahîya SGK’ê ya ku tê lêkirin û hê temam nebûye, dîwara baxçeyê wê li ser peyarêyê hatîye lêkirin. Şênîyên navçeyê bertek nîşanê vê rewşê dan û daxwaza hilweşandina vê dîwarê kirin.

Salek e înşaata avahîya ku wê ji bo Sazîya Ewlehîya Civakî (SGK) were bikaranîn didome. Keyeyê taxê ji bo vê rewşê bi rêya daxwaznameyê gilî li rayedaran kir da ku ev dîwar were hilweşandin. Li ser vê yeke SGK’ê daxuyanî da û dîyar kir ku şaredarî cîhê wan ji wan girtîye. Ji ber vê welatîyên taxê neçar dimînin li ser kolanê bimeşin. Ev yek jî xetereyek mezin çêdike. Welatî ji ver vê yekê bi gilî û gazinc in û dixwazin demildest ev dîwar were hilweşandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.