NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎYANET WÊ BI 23 MÎLYON TL QUR’AN A PELÊ WÊ JI ZÊR ÇAP BIKE!

Li Tirkîyeyê ji alîyekê ve ji ber krîza aborî xwarina bêpere ya dibistanan tê betalkirin û bihayê MTVyê lê tê zêdekirin, Serokatîya Karên Dîyanetê jî her roj li mesrefên berhewa yek li yekê zêde dike.

Midûrtîya Karûbarên Dîyanetê ya ku şîretan li welatîyan dike "Xwe ji luks û xwefiroşîyê dûr bixin, bextewar bin û şikir bin" ji bo çapkirina Qur'ana zer û zêrandî bi 23,2 milyon lireyî peyman îmze kir.

Li gor nûçeya Mûstafa Bildircin ê ji BirGûnê, Serokatîya Karên Dîyanetê ku di heyama Çile û Tebaxa 2023yan da 29,9 mîlyar lîre xerc kir, ji bo çapkirina Qurana pelên wê ji zer, îhale hat tertîpkirin.

Di çarçoveya îhaleyê de ji bo çapkirina 160 hezar nusxeyên Qurana ku bi germahîyê reng diguhere û pelên ji zêr hene, bi bihayê 23 milyon 206 hezar û 900 lîre peyman hat îmzekirin. Bi fermana taybet îhaleya çapkirina Qur'anê, di mehên Çile û Tebaxa 2023'an de temamê lêçûnên çapê yên Serokatîyê derket 150 mîlyon lîre.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.