NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎYARGAZA KU ROJA ERDHEJÊ FATÛRE BIRÎBÛ ÎRO JÎ ÎXBARNAME DA!

Şîrketa Dîyargazê di 6’ê sibatê roja erdhej qewimî de fatûreya gazê li xelke afatzade yên Amedê birî bû, ji bo dayîna deynê xwe jî tenê 3 roj muhlet da welatîyan.

Di encama hilweşîna 7 avahîyên bajêr de bi giştî 394 kesan jîyana xwe ji dest dan û zêdetirî 900 kes jî birîndar bûn. Li hêlekê welatîyên ji malên xwe yên bixesar derketin û ji bo xwe li cihekî lê mayînê digerin, li hêla din jî Dîyargazê fatûreyên ku divê pereyê wê herî dereng di 16’ê sibatê yanê îro de bên dayîn şand. Tîmên Şîrketa Anonîm a Dîyargazê ku di roja erdhejê de fatûreyên gazê biribûn Taxa Firatê ya navçeya Peyasê, îro jî îxbarnameyên birîna gazê bi derîyên welatîyan ve daliqandin. Di îxbarnameyê de tê gotin ku wê gaza kesên fatûreyên xwe di nava sê rojan de nedin wê gaza mala wan bên birîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.