NÛÇEYÊN KURDÎ

DADGEH JI BO GORA ŞÊX SÊÎD JI WEZARETA NAVXWEYÎ AGAHÎYÊ XWEST

Dadgeha Îdarî ya 5’emîn a Enqereyê, ji bo serlêdana di derbarê eşkerekirina cihê definkirina Şêx Seîd de, hemû agahî û belgeyan ji Wezareta Karên Navxweyî xwest.

Piştê ku Wezareta Karên Navxweyî serlêdanên wasîyên Şêx Seîd bêbersiv hişt, Baroya Amedê û wasîyên Şêx Seîd, serî li 5'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê dan. Endamê Lîjneya Rêveberîya Baroya Amedê Parêzer Mehdî Ozdemîr, serlêdanê nirxand. Ozdemîr wiha got; “Dadgehê di biryara xwe ya demkî ya 28’ê Nîsana 2022’an de, daxwaz kir ku nushayek dosyayê ya ku hemû agahî û belgeyên têkildarê dozê dihewîne, pêşkêşê dosyayê bike.  Dadgeh 30 roj mudet da. Piştê ku ev agahî û belge hatin dosyayê, wê dadgeh jî di derbarê rawestandina înfazê de biryara erênî an neyînî bide.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.