NÛÇEYÊN KURDÎ

DADGEHÊ LI AMEDÊ XEBATÊN HILWEŞANDINÊ RAWESTAND

Li ser serlêdana Baroya Amedê, hilweşandina avahiyên ku zirar dîtine hat rawestandin.

DADGEHÊ LI AMEDÊ XEBATÊN HILWEŞANDINÊ RAWESTAND

Li ser serlêdana Baroya Amedê, hilweşandina avahiyên ku zirar dîtine hat rawestandin.

Di erdhêjên ku navenda wan Mereş bû de li Amedê 7 avahî ku 1 jê vala bûn hatibûn hilweşandin. Piştê lêkolînên tesbîtkirina xisarê, li bajêr hezar û 620 avahî zirareke mezin dîtine û hezar û 803 avahî jî bi sivikî zirar dîtine. Biryar hatibû dayîn ku wê 71 avahî bi lezgînî bên hilweşandin û di destpêka xebatên hilweşandinê de hilweşandina 3 avahiyan jî bi dawî bûne. Baroya Amedê, ji bo avahiyên ku wê tavilê bên hilweşandin û zirarê bibînin, di dema pêş de ji aliyê hiqûqî û cezayî ve nebin sedema windakirina mafan, serî li 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê da. Biryar hat dayîn ku ji 24’ê Sibatê ve ji aliyê lijneyeke ji 4 pisporan pêk tê divê xebatên kifş û tespîtê bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.