NÛÇEYÊN KURDÎ

DADGEHA BILIND, CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ YÊ MIZARKLI BETAL KIR

3'yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind, 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê yê ku li Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli yê ku li şûna wî qeyûm hatibû tayîn kirin û hatibû girtin, betal kir.

Dadgeha Bilind, dîyar kir ku biryara 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê "ji ber lêkolîna ne temam û hincetên têrê nake" biryar betal kir û daxwaza berdana Mizrakli red kir. Parêzera Mîzrakli Zûlal Erdogan piştê biryarê daxuyanî da; “Hemû daxwazên me yên ku dê pêvajoya dozê biguherînin di dema darizandinê de hatin redkirin. Niha dê ji nû ve dadgehkirin hebe. Ev biryara Dadgeha Bilind dê encama dozê biguhere, lê ji ber ku dozek siyasî ye, atmosfera siyasî jî wê biryarê diyar bike.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.