NÛÇEYÊN KURDÎ

DADGEHA ÎSTÎNAFÊ BIRYARA BEREATÊ YA ŞAREDARÊ ERXENÎYÊ ERÊ KIR BIRYAR QETHÎ BÛ, JI BO VEGERE SER WEZÎFEYÊ WÊ SERLÊDAN BÊ KIRIN

Derbarê Hevşaredarê Erxenîyê Ahmet Kaya yê ji wezîfeyê hatîye girtin de biryara beraeta doza wî hat erêkirin.

Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî şûna Hevşaredarê Erxenê Ahmet Kaya hatibû kirin û derbarê Kaya de bi îdiaya “endamê rêxstinê ye” doz hatibû vekirin.

Hevşaredar Ahmet Kaya ji doza dihat darizandin hatibû beraetkirin. 2’yemîn Daîreya Cezayê Dadgeha Edlîyeyê ya Herêma Amedê biryara beraetê erê kir.

Bi biryara Dadgeha Îstînafê re hukmê beraetê derbarê Kaya de teqez bû. Bi vê biryara teqez a Dadgeha Îstînafê re wê parêzerên Kaya di demek kin de ji bo miwekîlên wan vegere ser wezîfeya xwe serî li Wezareta Karên Navxweyî bidin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.