NÛÇEYÊN KURDÎ

DAM KAMPANYAYA ‘JI BO HER ROJEKÎ PEYVEKE KIRMANCKÎ' DA DESTPÊKIRIN

Li gor rapora ku UNESCO’yê di 2018’an de weşandîye hat dîyar kirin ku li Tirkîyê 15 ziman di metirsîyê de ne ku dibe ev ziman êdî neyê axaftin ango wenda bibin.

Her wiha li gor raporê li Tirkîyê 3 ziman êdî nayên axaftin. Navenda Lêkolînê ya Dêrsimê (DAM) ji bo lîsteya UNESCO’yê ku zimanên di metirsîyê de ne tê de cih digre û Kirmanckî jî di nav wê lîsteyê de ye da zanîn ku wan kampanyaya peyvan dane destpêkirin. Hat destnîşankirin ku yek ji mebestên sereke yên DAM’ê xwedîderketina zimanan e. Serokê DAM’ê Selman Yeşîlgoz dîyar kir ku li gor lîsteya UNESCO’yê ku zimanên di metirsîyê de ne tê de cih digre û Kirmanckî jî di nav de ye û wiha axivî: “Ji bo xwedîderketin û jîyandina Kirmanckî divê em baş bixebitin. Polîtîkayên asîmîlasyona zimên ku nemaze li Dêrsîmê tê meşandin divê li dijî van têkoşînek pêk were û ji bo pûçkirina van polîtîkayan çi tişt pêwîst be divê were kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.