NÛÇEYÊN KURDÎ

DAMEZÎRÎNERÊN AKP’Ê: EZ Ê RAYA XWE NEDIM ERDOGAN

Fatma Bostan Unsal, Yaşar Yakış û Cûma Îçten ku damezirandina AKP’ê de cîh girtibûn rewşa Tirkîyeyê ya niha rexne kirin.

DAMEZÎRÎNERÊN AKP’Ê: EZ Ê RAYA XWE NEDIM ERDOGAN

Fatma Bostan Unsal, Yaşar Yakış û Cûma Îçten ku damezirandina AKP’ê de cîh girtibûn rewşa Tirkîyeyê ya niha rexne kirin.

Li gor nûçeya Halk Tv’yê yek ji damezîrînerên AKP’ê Fatma Bostan Unsal derbarê rewşa niha ya Tirkîyeyê da wiha axivî: “Niha em demên gelek dijwar dijîn. Dema partîya me bû îktîdar, rewş wiha nebû. Wan deman ji bo laçikê qedexe hebû, niha laçik êdî serbest e lê îro ji bilî laçikê her tişt qedexe ye. Niha li Tirkîyeyê tadeya sîyasî zêde ye, hemû tişt ji hiqûqê dûr e.” Endamê damezîrîner û Wezîrê Karên Derveyê yê pêşîn ê AKP’ê Yaşar Yakiş jî bal kişand ser îdîayên Sedat Peker û wiha axaftina xwe domand: “Ez li ser vê gotinê me ku dibe îdîayên Sedat Peker bi Erdogan re têkildar be. Heke îdîa heta qesrê çûbe, naxwe rewş gelek xerab e. Heta niha ji bo îdîayên Sedat Peker negotin derew e, naxwe dibe ew îdîa rast bê qebûlkirin. Bi vê sîstema hiqûqê ya niha, ne bawer im ev îdîa werin vekolandin. Bi awayekî wê serê van îdîayan werin girtin.” Yakiş di dawîya axaftina xwe de dîyar kir ku, heke hilbijartina giştî çêbibe wê raya xwe nede AKP’ê û Erdogan.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.