GÜNDEM

DANEYÊN MEB’Ê, REWŞA PERWERDEYÊ DERXIST HOLÊ

Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (EGÎTÎM-SEN) îstatîstîkên ku Wezareta Perwerdehîya Neteweyî (MEB) ya serdema Perwerdehîyê ya 2022-2023an parve kirîye lêkolîn kir.

DANEYÊN MEB’Ê, REWŞA PERWERDEYÊ DERXIST HOLÊ

Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (EGÎTÎM-SEN) îstatîstîkên ku Wezareta Perwerdehîya Neteweyî (MEB) ya serdema Perwerdehîyê ya 2022-2023an parve kirîye lêkolîn kir.

Di îstatîstîkên MEB'ê de rûxandina di warê perwerdehîyê de nîşan dide, di rapora EGÎTÎM-SEN'ê de tasfîyekirina perwerdeya giştî, teşwîqên ji bo dibistanên perwerdehîya olî û bazirganîkirina perwerdeyê eşkere dike. Di lêkolîna EGÎTÎM-SENê de hat destnîşankirin ku daneyên fermî pirsgirêkên ku di perwerdeyê de bûne lareş derketin holê. Hat ragihandin ku li Tirkîyeyê hejmara dibistan û polan ne di asteke ku li gorê hejmara xwendekar û hewcedarîyên xwe be.

Di lêkolînê de hat dîyarkirin ku perwerdehîya ducarî, pirpolî û bi otobusan berdewam dike û wiha hat gotin, "Perwerdeya di polên qelebalix de hem ji bo tenduristîya mamoste hem jî ji bo xwendekaran pirsgirêkek girîng e. Kêmasiyên ku ji hêla dibistanan ve di warê avahî û amûran de têne dîtin, peydakirina karûbarek perwerdehîya saxlem dijwar dike." Di berdewamîya lêkolînê de wiha hat gotin: “Xwendekar û mamosta ji ber berdewamîya polîtîkayên ferzkirinê yên di warê perwerdeyê de, bi taybetî jî pirsgirêkên di gihandina perwerdeyê de nerazî ne. Di pêvajoya perwerdehîyê de ziman, nasname û bawerîyên cuda tên dûrxistin. Jixwe kalîteya perwerdehiyê bi pirsgirêk e, xirabtir dibe. Ji ber van tiştan, sîstemeke perwerdehîyê ya ku tê de mamoste bêhêz, bêewle û bi tewş kar bikin, ne pêkan e ku serkeftî be. Perwerde mafekî mirovî yê bingehîn e, ji ber vê yekê, divê giştî be da ku her kes bigihîje mafê perwerdehîyê û di dema perwerdehîyê de di şert û mercên wekhev de jê sûd werbigire.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.