NÛÇEYÊN KURDÎ

DANIŞÎNA DENÎZ POYRAZ: EM BI BIRYAR IN KU LI DIJÎ WÊ TÊBIKOŞIN

Danişîna 5’emîn a doza ku Onûr Gencer ji qetilkirina Denîz Poyraz tê darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê tê lidarxistin.

DANIŞÎNA DENÎZ POYRAZ: EM BI BIRYAR IN KU LI DIJÎ WÊ TÊBIKOŞIN

Beriya danişînê li ber edliyeyê daxuyanî hat dayîn. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay daxuyanî da.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di daxuyaniyê de got: “Kujer ji roja destpêkê ya komkujiyê ve hatine parastin û veşartin. Helwesta heyeta dadgehê ya ku divê ji bo eşkerekirina heqîqetê têbikoşe eşkere ye. Em bi biryar in ku li dijî wê têbikoşin. Têkoşîna jinan wê di dawiya dawî de ji kujeran hesap bibirse.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.