NÛÇEYÊN KURDÎ

DANIŞÎNA DOZA GULMEZ A DBP’YÎ TALOQÊ 15Ê ÇILE YA 2024AN HAT KIRIN

Di danişîna doza Hevseroka DBP ya Amedê Seval Gulmez de biryar hate dayîn ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozger re bê şandin.

DANIŞÎNA DOZA GULMEZ A DBP’YÎ TALOQÊ 15Ê ÇILE YA 2024AN HAT KIRIN

Di danişîna doza Hevseroka DBP ya Amedê Seval Gulmez de biryar hate dayîn ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozger re bê şandin.

Derheqê Hevseroka Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Seval Gulmez de bi îdiaya “endamtîya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin.

Gulmez, di parastina xwe de dîyar kir ku tawanbarîyên tên kirin xebatên partîya sîyasî ne. Parêzerê Gulmez, Bûrhan Arta dîyar kir ku wê parastina xwe piştî amadekirina mutalaayê bikin.

Dadgehê biryar da ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozger re were şandin û danişîna dozê taloqê 15’ê çileya 2024’an kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.