NÛÇEYÊN KURDÎ

DANIŞÎNA DOZA KOMKUJÎYA MALBATA ŞENYAŞARA DI 18 TÎRMEHÊ DE YE

Çalakîya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 845’an de berdewam kir.

DANIŞÎNA DOZA KOMKUJÎYA MALBATA ŞENYAŞARA DI 18 TÎRMEHÊ DE YE

Çalakîya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 845’an de berdewam kir.

Ji ber di dawîya hefteyê de edlîye girtî ye, Emîne Şenyaşar nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe ya medyaya civakî bal kişand ser danişîna 18'ê tîrmehê ya derbarê komkujîyê de û wiha parve kir, "Em, li dijî neheqîyê tu caran bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin.

Em ê neheqîya li me hatîye kirin, di 18'ê tîrmehê de careke din li eywanên dadgehê bînin ziman. Heya ku edalet pêk were ev gotina me wê bidome."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.