NÛÇEYÊN KURDÎ

DAVÛTOGLÛ: HETA KURD NEBÊJIN ‘PIRSGIRÊKA ME TUNE YE’ PIRSGIRÊK HEYE

Serokê Giştî yê Partîya Pêşerojê Ahmet Davutoglu derbarê pirsa Kurd de ragihand, li Tirkîyeyê roja ku Kurd bibêjin 'pirsgirêka me tune ye' pirsa Kurd wê bi dawî bibe.

DAVÛTOGLÛ: HETA KURD NEBÊJIN ‘PIRSGIRÊKA ME TUNE YE’ PIRSGIRÊK HEYE

Ahmet Davutoglu li Enqerê ligel nûnerên rojname, televîzyon û medyaya dîjîtal civîya û li ser gotinên Serokkomarê Tirkîyeyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan ku di civîna koma partîya xwe de derbarê pirsa Kurd de gotibû "pirsgirêkeke me ya bi navê pirsa Kurd tune ye" de axivî. Davutoglu wiha axivî: “Ez hebûn an jî nebûna pirsgirêkekê, ne bi kesê ku wê pirsgirêkê îdare dike, bi kesên ku muxatabên wê pirsgirêkê ne dipîvim. Li Tirkîyeyê roja ku Kurd bibêjin pirsgirêka me tune ye, wê pirsgirêka Kurd bi dawî bibe. Serokê welatekî dikare bibêje hemû pirsgirêk bi dawî bûne, dixwaze bibêje min çareser kir. Lê eger hîn jî konserên Kurdî werin betalkirin, ji bo dersa bijarte ya zimanê Kurdî mamoste neyên perwerdekirin û şandin, hîn jî şaredarîyên ku hatine hilbijartin bi qeyûman werin birêvebirin û ev hemû bi encama rêkarên hiqûqî nebe û tenê bi kiryarên Wezîrê Navxwe derkevin holê, ev tê wê wateyê ku pirsgirêkek heye.”  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.