NÛÇEYÊN KURDÎ

DAVUTOGLÛ: ZIMANÊ HUKÛMETÊ MIXABIN BANDOR LI MIZGEFTAN JÎ KIRÎYE

Serokê Partîya Pêşerojê (Gelecek) Ahmet Davutoglu nerazîbûn nîşanê meleyê ku banga çekhilgirtinê kiribû da û daxwaza darizandina wî kir û wiha got, “Zimanê hukûmetê mixabin bandor li mizgeftan jî kirîye.”

Davutoglu bang li partîyên îktîdarê kir ku divê civakê ji hev parçe û dabeş nekin û wiha got, “Serokê Partîya Çep a Demokratîk Onder Aksakal ku pêkhateyê Tifaqa Cumhur e, mufalefetê wek kafir binav kir. Birêz Erdogan û Bahçeli jî bêdeng man. Sedem ev e.”

Serokê Partîya Pêşerojê (Gelecek) Ahmet Davutoglu got, “Tişta li Sultangazîya Stenbolê li Mizgefta Cebecîyê qewimî, ji bo aştîya me ya civakî gelekî metirsîdar e. Banga meleyekî ya ku welatî li dijî hev çek hilgirin, nîşandana roja 28ê Gulanê wek rojeke destpêkirina şerekî mezin ê civakî, berî hemû tiştî li dijî nirxên ola me Îslamê ye, ku oleke aştîyê ye û ji alîyê yasayî ve tawanekî mezin e. Kî dibe bila bibe, kesên bira ji bira re dike dijmin, gelê me ji ola me û mizgeftan dûr dixe, divê ji kar bê dûrxistin û bê darizandin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.