NÛÇEYÊN KURDÎ

DAXUYANÎYÊN ÎRANÊ YEN DERBARÊ ÊRÎŞÊ DE HEV DU NAGIRE!

Daxuyanîyên dubare yên Parêzvanên Şoreşa Îranê ku şeva borî bi 10 mûşekên balîstîk êrîşê Hewlêrê kiribûn, hevûdu nagirin.

DAXUYANÎYÊN ÎRANÊ YEN DERBARÊ ÊRÎŞÊ DE HEV DU NAGIRE!

Şeva borî 10 mûşekên balîstîk li Hewlêrê hatin avêtin ku 5 ji wan li malekê û 8 jî li ser cîhên sivîlan bûn.

 

Parêzvanên Şoreşa Îranê ku derbarê êrîşan de 3 daxuyanîyên cuda dan, her carê hincetên cuda ji bo êrîşan dan.

Hat dîtin ku ti daxuyanî ne wek daxuyanîyek dine bû. Di du daxuyanîyên li pey hev de hat dîtin ku hevoka "cîhê kombûna komên terorîst ên li dijî Îranê" hatîye rakirin û li şûna wê gotina "Rêxistinên terorîst ên ku neteweya Îranê dikin hedef" hat nivîsandin.

Di daxuyanîya duyemîn de hat dîtin ku behsa Herêma Kurdistanê nehatîye kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.