NÛÇEYÊN KURDÎ

DAXUYANÎYA WEZÎR TEKÎN LI SER QANÛNA PÎŞE YA MAMOSTEYAN

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn li ser qanûna pîşe ya mamosteyan got, "Em di vê mijarê de lêkolînên cidî û berfereh dikin û di vê mijarê de jî em ê gavên pêwîst bavêjin.

"Wezîr Tekîn di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê de pirsên derbarê Qanûna Pîşe ya Mamostetîyê de bersivand û bi bîr xist ku derbarê vê qanûnê de li Dadgeha Destûra Bingehîn doza betalkirinê heye.

Tekîn, bal kişand ku Dadgeha Destûra Bingehîn di dawîya pêvajoya betalkirina dozê de 9 meh muhletê da û got, "Em ê di vê heyama 9 mehan de bi hemû alîyên eleqedar ên sektora perwerdeyê re şêwirên pêwîst pêk bînin.

Ger pêşnîyarên cûda bên kirin emê binirxînin. Heger di vê mijarê de pêşnîyarên cûda neyên an jî metneke saxlem negîhêje me, em ê li gorê metna heyî, li gorê biryara betalkirina Dadgeha Destûra Bingehîn, di derbarê bendên heyî de amadekarîyên xwe bikin.

Em li ser vê mijarê lêkolînên cidî û berfireh dikin û di vê mijarê de em ê gavên pêwîst bavêjin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.