GÜNDEM

DAXWAZA RAWESTANDINA DARIZANDINÊ YA TURKOGLU HAT RED KIR

Daxwaza rawestandina darizandina Parlamentera Partîya Çepên Kesk Halîde Turkoglu ya ku bi hilbijartina parlamenterîyê parêzbendîya xwe bi dest xistibû, hat redkirin.

Piştê doza ku ji alîyê Dadgeha Îstînafê ve bi îdîaya "endamtîya rêxistina terorê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Turkoglu hatibû birrîn, doz li 9'emîn Cezayê Giran a Amedê dîsa dest pê kir. Dadgehê dîyar kir ku di çarçoveya xala 83 a makezagonê de parêzbendîya qanûnî bi dest xistîye û xwest ku darizandina wî bê rawestandin.

Ozdemîr, dîyar kir ku ji ber qedexeya derve ya li ser muwekîlê wî ji alîyê dadgehê ve hatîye dayîn, di çarçoveya xebatên qanûnî de serdan û xebatên muwekîlê wî hatîye astengkirin û xwest qedexeya derve û kontrola edlî bê rakirin.

Heyeta dadgehê daxwaznameya parêzer Ozdemîr nirxand û daxwaza taloqkirina dozê û rakirina kontrola tedbîrên edlî red kir û biryar da ku ji Meclîsê re nameyekê binivîsin ka Turkoglu wek parlamenter hatîye hilbijartin û li benda bersiva wê bin. Dadgehê danişîn taloqê 6'ê Kanûnê kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.