NÛÇEYÊN KURDÎ

DAXWAZA TEHLÎYEYA HALÎSE AKSOY HATE REDKIRIN

Tehlîyeya Halîse Aksoy a ku hestîyên kurê wê di sindoqê de hatibûn radestkirin û bi îfadeyên şahidên eşkere ve hatibû girtin, daxwaza tehlîyeyê hate redkirin.

DAXWAZA TEHLÎYEYA HALÎSE AKSOY HATE REDKIRIN

 

Duyemîn danişîna doza derbarê Halîse Aksoy a ku hestîyên kurê wê Agît Îpek bi kargoyê di sindoqê de radestê wê kirin tê nasîn û di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Amedê de hat girtin, bi hinceta 'endamtîya rêxistina terorê' hat girtin û ji 7 sal û 6 meh heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin, hate dîtin.

Heyeta dadgehê ji ber gumana revînê, gumana xurt a sûc û sûcê ku derbarê wê de sûcê katalogê ye, biryara berdewamkirina girtina Aksoy da û danişînê taloqê 19'ê Nîsanê kir. Aksoy, li ser biryara dadgehê ya berdewamkirina girtîbûnê got, "îftirayên li min tên kirin îspat bikin.

Çima ez li vir girtî me?" li ser vê kesên li salonê rewşê bi çepik û tilîlîyan protesto kirin û gotin "Dayîka Halîse, meraq neke em bi te re ne." Halîse Aksoy jî vegerîya salonê û got, "meraq nekin, ez li vir li ber xwe didim."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.