NÛÇEYÊN KURDÎ

DEDAŞÊ 15 KARKER JI KAR DERXIST! BI SEDAN KARKER JÎ DIXWAZIN BI KOMÎ ÎSTÎFA BIKIN

Hat ragihandin ku li Amedê di heyama çalakîya li hewşa avahîya DEDAŞ'ê berdewam dikir de 15 karker ji kar hatin avêtin.

Karkerên DEDAŞê, ji bo mafên şexsî, endamtîya sendîkayan û zêdekirina mûçeyê daxwaz ji şrîketê kirine, lê daxwazên wan nehatine bi cih anîn.

Di serî de Amed, li 6 bajaran karkeran li ber navendên DEDAŞ’ê dest bi sistbûna kar û çalakîya rûniştinê kirin. li Amedê di heyama çalakîya li hewşa DEDAŞ'ê berdewam dikir de bi hinceta "Derengketina kar"15 karker ji kar hatin avêtin.

Li ser vê yekê bi sedan karkeran jî dîyarkirin ku bi sedem ji kar avêtina hevalên wan wê bi girseyî îstîfa bikin û di çalakî û greva xwe de bibiryarin. Karkeran dîyar kirin ku wê bi awayekî fermî serî li ber polîtîkaya tirsandinê ya DEDAŞê netewîne û wê greva xwe bidomînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.