NÛÇEYÊN KURDÎ

DEDAŞÊ ABONEYÊN XWE LI DIJÎ “KARKERÊ SEXTE” HIŞYAR KIR

Şîrketa Belavkirina Elektrîkê (DEDAŞ) aboneyên xwe li dijî kesên ku xwe wek karkerên wan nîşan didin û sextekarîyê dikin hişyarî da.

DEDAŞÊ ABONEYÊN XWE LI DIJÎ “KARKERÊ SEXTE” HIŞYAR KIR

Şîrketa Belavkirina Elektrîkê (DEDAŞ) aboneyên xwe li dijî kesên ku xwe wek karkerên wan nîşan didin û sextekarîyê dikin hişyarî da.

Li gor agahîyan hin kes xwe wek karkerên DEDAŞê didin naskirin û ji bo ceyrana qaçax ji wan re çêbikin bi heqê xwe mudaxeleya sayacan dikin. DEDAŞa ku li Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê xizmeta belavkirina ceyranê dikin, ji nêzî 2 milyon aboneyên xwe re SMSek hişyariyê şand. Di peyama DEDAŞ'ê de tê gotin, “Aboneyê hêja, me tespît kir ku hin kes dixwazin bi heqdestê xwe ceyrana qaçax girêbidin. Li dijî vê mudaxeleya bê destûr, pêvajoyên pêwîst ên îdarî û dadwerî tavilê dest pê dike. Em ji aboneyên xwe daxwaz dikin ku îtîbar bi van kesan nekin û  di rewşên weha de li hejmara '186' bigerin û agahdar bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.