NÛÇEYÊN KURDÎ

DEDAŞ: ŞEBEKEYA CEYRANÊ KEVN E Û BIKARANÎNA QAÇAX ZÊDE YE

Derbarê qutbûna ceyranê ya ku bi rojan e li taxa Palûkeyê ya Amedê didome, ji teref şîrketa Dîcle Elektrîkê ve daxuyanîyeke nivîskî hat dayîn.

DEDAŞ: ŞEBEKEYA CEYRANÊ KEVN E Û BIKARANÎNA QAÇAX ZÊDE YE

Derbarê qutbûna ceyranê ya ku bi rojan e li taxa Palûkeyê ya Amedê didome, ji teref şîrketa Dîcle Elektrîkê ve daxuyanîyeke nivîskî hat dayîn. Welatiyên taxa Palûkeyê ku ji ber sedema wê sayacên wan li dîreka ve bê xistin bertek nîşandabûn, û pê re ceyrana wan hatibû qut kirin û hatibûn mexdûr kirin, piştê vê çend rojan hêj nû şîrketa DEDAŞê ya ceyranê daxuyanîyeke nvîskî weşand. Di daxuyanîya ku ji teref DEDAŞê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku sedema qutbûna elektrîkê ya demdirêj a li taxa Palûkeyê, hewcedariya nûkirina şebekeya kevn û bikaranîna zêde ya ceyrana qaçax ya li taxê ye. DEDAŞ'ê di îfadeya xwe de diyar kir ku li gorî qanûnê mafê wî heye ku di dema bikaranîna zêde ya qaçax de sayacan li dîregan bixin û anî ziman ku qutbûna ceyranê ji ber vê yekê ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.