NÛÇEYÊN KURDÎ

DEM PARTÎ JÎ DI NAV DE “TIFAQA DÊRSIM” HAT AVAKIRIN

Serokê EMEP Aslan dîyar kir ku 6 partî û pêkhateyên sîyasî "Tifaqa Dêrsimê" hatîye avakirin.

DEM PARTÎ JÎ DI NAV DE “TIFAQA DÊRSIM” HAT AVAKIRIN

Serokê Giştî yê Partîya Kedê (EMEP) Seyît Aslan ragihand ku 6 partîyên sîyasî ku di nav de DEM Partî jî heye li Dêrsimê hatin cem hev û 'Tifaqa Dêrsimê' ava kirin.

 

Li gorê nûçeya Seda Taşkin a ji Artî Gerçekê, Aslan ragihand ku di encama hevdîtin û civînan de 6 partîyên siyasî hatin cem hev û li hev kirin.

 

Aslan dîyar kir ku ev demek e bi partî û pêkhateyan re muzakere didomin û îro biryareke hevpar hat girtin û wiha axivî, “Ne tenê li navendê, li navçeyan jî lihevkirineke me ya hevpar heye. Lê mijara namzetan û em ê li kîjan navçeyan di bin navê kîjan partîyê de bikevin hilbijartinan nehat zelalkirin.

 

Di vî warê de xebatên me berdewam dikin.” Aslan anî ziman ku îdîayên ku dibêjin Partîya Karkerên Tirk (TÎP) di nava tifaqê de cîh nagire rastîyê nîşan nade.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.