NÛÇEYÊN KURDÎ

DEM PARTÎ WÊ DI 13-14Ê ÇILEYÊ DE HILBIJARTINA PÊŞWEXT BIKE

Di civîna Desteya Rêveberîya Navend (MYK) ya Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) de biryar hat dayîn ku hilbijartinên pêşwext ên ji bo namzetên di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de bên dîyarkirin, wê di navbera 13-14'ê Çileyê de bên kirin.

DEM PARTÎ WÊ DI 13-14Ê ÇILEYÊ DE HILBIJARTINA PÊŞWEXT BIKE

 

Di civîna hilbijartinên herêmî û hilbijartina namzetan de biryar hat dayîn ku hilbijartinên pêşwext di navbera 13-14'ê Çile de li nêzî 50 navendan bên lidarxistin û tayînkirina bi sedan rêveberên partîyê re hate nîqaşkirin.

Di encama civînê de biryar hat dayîn ku endamên Meclîsa Partîyê, parlamenter, endamên Meclîsa Jinan, endamên Meclîsa Ciwanan, rêveberên navçeyan û nûnerên sazîyên sivîl li bajarên ku hilbijartina pêşwext lê bê kirin, cîh bigirin.

Heyetên ku wê beşdar bibin, ji bo hilbijartina pêşwext bi awayekî saxlem û şefaf bê kirin, wê hevdîtinên agahdarkirinê yên pêşîn pêk bînin. Her wiha ji bo temamkirina lîsteyên delegeyan ên li bajaran cih bigirin jî xebat hatin lezandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.