NÛÇEYÊN KURDÎ

DEM PARTÎ WÊ LI PÎRANÊ SINDOQA PÊŞHILBIJARTINÊ DEYNE

DEM Partî li navçeya Pîranê ji bo pêşhilbijartinê wê sibê carek din sindoqê deyne û namzetên xwe dîyar bike.

DEM PARTÎ WÊ LI PÎRANÊ SINDOQA PÊŞHILBIJARTINÊ DEYNE

Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) wê sibe li navçeya Pîranê sindoqa pêşhilbijartinê deyne.

 

DEM Partî pêvajoya pêşhilbijartinê ya ku di 13'ê Çile de li Amedê dabû destpêkirin bi dawî kir. Namzetên hevşaredarên navçeyên ku bajarên mezin jî di nav de hene, hatin dîyarkirin. Namzetan di civîneke ku roja Pêncşemê hat lidarxistin de hatin nasandin.

 

Pêşhilbijartina ya ku li Navçeya Pîran a Amedê tenê carekê hat kirin û ji ber îtîrazê hat betalkirin wê sibê bê kirin.

 

Di sindoqa yekem a betalkirî de bernamzetên mêr Hacî Akengîn 155 deng, Ensarî Yilmaz 74 deng, bernamzetên jin Zulfîye Kismîr 151 û Melek Çevîk jî 150 deng girtibûn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.