NÛÇEYÊN KURDÎ

DEMÎRTAŞ BERTEK NÎŞANÊ ÎRANÊ DA: BI KUŞTINÊ DAXWAZA AZADIYÊ NAYÊ TUNEKIRIN

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi 4 zimanan bertek nîşanê cezayên darvekirinê yên li Îranê da.

DEMÎRTAŞ BERTEK NÎŞANÊ ÎRANÊ DA: BI KUŞTINÊ DAXWAZA AZADIYÊ NAYÊ TUNEKIRIN

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi 4 zimanan bertek nîşanê cezayên darvekirinê yên li Îranê da.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş ê ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê cezayên darvekirinê yên li Îranê de parve kir. Demîrtaş bi 4 zimanan bi tirkî, kurdî, farisî û azerî li ser twîtterê nivîsand û got, "Ez dewleta Îranê ya ku daxwaza azadiyê ya gelan bi kuştin, girtin û  sêdareyan difetisîne şermezar dikim! Daxwaza azadiyê ya gelan bi îdamkirin, lêdan û zindanan nayê rawestandin. Bi kuştinê daxwaza azadiyê nayê tunekirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.