NÛÇEYÊN KURDÎ

DEMÎRTAŞ: NETIRSIN, HÛN JÎ BIBÊJIN… JI ŞER RE NA!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, operasyona Pençe-Şûr a piştî êrîşa Taksîmê ji alîyê Hêzên Çekdar ên Tirkîyeyê ve hat rastkirin rexne kir.

DEMÎRTAŞ: NETIRSIN, HÛN JÎ BIBÊJIN… JI ŞER RE NA!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, operasyona Pençe-Şûr a piştî êrîşa Taksîmê ji alîyê Hêzên Çekdar ên Tirkîyeyê ve hat rastkirin rexne kir. Demîrtaş di hesabê xwe yê medyaya civakî de peyama 'Ji şer re na' da. Demîrtaş wiha got; "Ew ê li Îstîklalê bi rêxistineke qirêj bombeyê biteqînin, mirovên bêguneh qetil bikin. Ji bo kesên ku rastîyên di bin vê êrîşa hovane ya terorê de jêpirsîn û lêkolîn dikin bêdeng bikin û wê wan wekî alîgirên terorê îlan bikin. Wê vê êş û hêrsa ku ji ber birayên me yên li îstîlalê hatibûn qetilkirin derketîye, îstîsmar bikin û wê bombeyan bi ser serê Kurda de bibarîn e, bi gotina 'parastina welat' hewl bidin dengan bi dest bixin. Her wiha kesên piştgirîyê nede şer jî wê wan weke xayînê welat îlan bikin. Em ê tirkan nekin qurbana kurdan û kurdan jî nekin qurbana tirkan. Em xwe radestê polîtîkayên qirêj ên şerê nekin, mil bi mil em ê bibin civakek mezin a aştî, biratî û xweşiyê, gelo ma qey pir zehmet meriv bêje 'BIJÎ AŞTÎ'? digel ewqas derqanûnî, neheqî û zilma tê kirin em dibêjin; netirsin, hûn bêjin: JI ŞER RE NA!

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.