GÜNDEM

DEMÎRTAŞ, WÊ LI DIJÎ NAMZEDÎYA ERDOGAN JI YSK’Ê RE ÎTÎRAZ BIKE

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, piştê roja hilbijartinê ya ji alîyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve hat eşkerekirin, ragihand ku ew ê ji bo namzedîya Erdogan serlêdana îtîrazê bike.

DEMÎRTAŞ, WÊ LI DIJÎ NAMZEDÎYA ERDOGAN JI YSK’Ê RE ÎTÎRAZ BIKE

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, piştê roja hilbijartinê ya ji alîyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve hat eşkerekirin, ragihand ku ew ê ji bo namzedîya Erdogan serlêdana îtîrazê bike. Piştê ku hikûmeta AKP-MHP’ê roja hilbijartinê eşkere kir, nîqaşên li ser jinûve bijartina Serokkomar Erdogan ket rojevê.

Demîrtaş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha parve kir, “Ez ê li dijî namzedîya Erdogan serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bidim. Ma Erdogan ew padîşah e ku qanûn wî girê nade? Bibore, ez padîşah nas nakim. Namzedbûna Erdogan li dijî hiqûqê ye, ji ber ku wê cara sêyemîn nebe serokkomar. YSK'ê namzedîya wî qebûl bike jî ev rastî naguhere. Tenê YSK wê bibe hevparê sûcekî din.”  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.