NÛÇEYÊN KURDÎ

DEMÎRTAŞ WÊ SIBÊ LI DADGEHÊ PARASTINA XWE BIKE

Demîrtaş ji ber axaftinên xwe yên di mitîngên 2015 û 2016an de wê sibê parastina xwe bike.

DEMÎRTAŞ WÊ SIBÊ LI DADGEHÊ PARASTINA XWE BIKE

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, di doza ku bi hinceta axaftinên mîtîngê de tê darizandin, wê sibê parastina xwe bike.

 

Li gorê daxuyanîya Koma Parastina Demîrtaş, di çarçoveya doza ku jiber axaftinên Demîrtaş ên mitîngên di sala 2015 û 2016an de, li 14'emîn Dadgeha Cezayê Aslîye ya Mêrsînê de ku bi 10 dosyayên bi hinceta "bi eşkereyî heqaret li hikûmet û sazîyên dewletê kirîye" di çarçoveya TCK 301 de hat vekirin de ji bo Demîrtaş heta 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Tê payîn heyeta dadgehê di vê danişînê de biryarê bide.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.