NÛÇEYÊN KURDÎ

DEMA DERBASDAR A RAPORÊN TENDURISTÎYÊ HAT DIRÊJKIRIN

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca, ragihand ku dema derbasbûna raporên tenduristîyê yên demkî heta dawîya sala 2023an dîsa hatine dirêjkirin.

DEMA DERBASDAR A RAPORÊN TENDURISTÎYÊ HAT DIRÊJKIRIN

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca, ragihand ku dema derbasbûna raporên tenduristîyê yên demkî heta dawîya sala 2023an dîsa hatine dirêjkirin.

Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û wiha got, “Serlêdana dirêjkirina maweya derbasdar a raporê ya ku di sala 2020’an de ji bo parastina astengdaran û kesên bi nexweşîyên kronîk ên ku bi berdewamî derman dixwin, hatibû destpêkirin, didome.

Herî dawî dema derbasdar araporan heta 30ê Hezîranê hat dirêjkirin.

Ji ber hemwelatîyên ku hêj derfeta wan a nûkirina raporê tuneye û îhtimal heye ku rastê zehmetîyan bên, dema derbasbûna raporên tenduristîyê yên demkî, ji bo ku mexdûr nebin ji nû ve heta 31ê Kanûna 2023an hat dirêjkirin. Rapor wê piştê vê tarîxê gav bi gav bên nûjenkirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.