NÛÇEYÊN KURDÎ

DERBARÊ 9 PARLAMENTERAN DE FEZLEKE JI MECLÎSÊ RE HAT ŞANDIN

Ji bo rakirina parêzbendîya 9 parlamenterên DEM Partî, CHP û TÎP’ê fezlekeyên Serokkomarîyê ji Serokatîya Meclîsê hat pêşkeşkirin. Fezleke ji alîyê Serokatîya Meclîsê ve ji Komîsyona Têkel a ji endamên Komîsyona Qanûna Esasî û Edaletê pêk tê re hate şandin. Ji 9 dosyayan 4 jê ji parlamenterên CHP’ê re, 4 ji DEM Partî re û yek jî ji TÎP’ê re hatîye amadekirin.

DERBARÊ 9 PARLAMENTERAN DE FEZLEKE JI MECLÎSÊ RE HAT ŞANDIN

 

PARLAMENTERÊN DER BARÊ WAN DE FEZLEKE HATINE AMADEKIRIN

Navê parlamenterên derbarê wan de fezleke hatine amadekirin wiha ne:

“ji DEM Partîyê Parlamentera Mêrdînê Salîhe Aydenîz, Parlamentera Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, Parlamenterê Agirîyê Sirri Sakik, Parlamentera Stenbolê Kezîban Konûkçû Kok, Parlamentera TÎP’ê ya Stenbolê Salîha Sera Kadigîl, ji CHP’ê Parlamenterê Rihayê Mahmût Tanal, Parlamentera Îzmîrê Gokçe Gokçen, Parlamenterê Edeneyê Ayhan Barût û Parlamenterê Dîlokê Melîh Merîç.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.